Hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 14‘an

Li Riha û Semsûrê hejmara kesên ku ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 14'an.

Li Riha û Semsûrê hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 14'an. Li Rihayê 12 kes û li Semsûrê jî 2 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hate zanîn ku li Semsûrê di konteynerekê de ku lehiyê ew da ber xwe kesekî jiyana xwe ji dest daye û 4 kes jî winda ne.

Heta bi niha ji ber lehiyê li Rihayê 12 kes û li Semsûrê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û xebatên lêgerînê yên ji bo 5 kesan jî didomin.