Hejmara kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatine girtin zêde bûn

Hejmara kesên di operasyonên qirkirina siyasî ya li Şirnex û Mêrdînê de hatine destgîrkiri gihişte 24’an.

Polisan, li navçe û navenda Şirnexê bi ser malan de girt û bi giştî 16 kesan destgîrkirin. Li navenda Şirnexê 4 kes hatin destgîrkirin û navê yekî ji wan Mehmet Hazar e. Hat hînbûn ku li navçeya Cizîrê jî 10 kes hatine destgîrkirin. Navê 4 kesên ku hatine binçavkirin wiha ne; Azîz Erkûl, Nûpelda Geren, Serhat Înanç û Mîkaîl Bayîk. Li Hezexê jî Nûrettîn Şen, Mehmet Fîdan û Endamê Meclisa Şaredariya Hezexê Hîkmez Zan hatin destgîrkirin. Sedema destgîrkirina wan nayê zanîn.

Hejmara kesên ku li navçeyên Qoser, Nisêbîn û Artûklûyê yên Mêrdînê hatin destgîrkirin jî derket 8'an. Hat hînbûn ku li navçeya Kerboranê jî welatiyên bi navê Ahmet Seyhan û Mazlûm Acar, li Nisêbînê welatiyê bi navê Abdulselam Nergîz, li Qoserê Saît Sirdaş û li Artûklûyê jî xwendekarê zanîngehê Duygû Aykût hatine destgîrkirin.

Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê Ozgur Bûlût û Hamza Yildirim jî 6 roj in li Artûklûyê destgîrkirî ne.