Karkerekî din li madena li Şirnexê jiyana xwe ji dest da
Siddik Kabak ê 18 salî, ku li Şirnexê di madena hilweşiyayî de bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Bi vî rengî hejmara karkerên li madenê jiyana xwe ji dest dan bû 8 kes.
Siddik Kabak ê 18 salî, ku li Şirnexê di madena hilweşiyayî de bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Bi vî rengî hejmara karkerên li madenê jiyana xwe ji dest dan bû 8 kes.
Madena Acar Grûp a li Şirnexê roja 17'ê Cotmehê hilweşiya bû û 7 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn, Siddik Kabak ê 18 salî jî bi giranî birîndar bûbû.
Kabak îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Tevî ku qedexe ye mirovên kêmî 18 salî li madenê bê xebitandin, derket holê ku Kabak di 17 saliya xwe de li vir dest bi kar kiribû.