Hejmara destgîrkiriyên li Silêmaniyeyê bû 55 kes

Hejmara mirovên ku li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê roja 25'ê Nîsanê di çalakiya şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de hatin destgîrkirin bû 55 kes. Yek ji wan jî nûçegihanê ANF'ê Rêbaz Hesen e.

Li ser banga Tevgera Azadî, roja 25'ê Nîsanê li bajarê Silêmaniye wê bi meşekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bihata şermezarkirin, lê belê Asayîşa Silêmaniyeyê pêşî lê girtibû.

Di daxuyaniya Tevgera Azadî de ya beriya niha hatibû ragihandin ku ji 25 heta 30 kesî hatine destgîrkirin.

Li gorî bîlançoya nû ya ku tevgerê ragihand, niha 55 kes destgîrkirî ne. Yek ji wan jî nûçegihanê ANF'ê Rêbaz Hesen e ku di dema şopandina nûçeyê de hate destgîrkirin.

Li ser rewşa kesên hatine destgîrkirin agahî nayê wergirtin. Rayedaran jî heta niha ti daxuyanî nedane.

Tevgera Azadî xwest, kesên hatine destgîrkirin tavilê bên berdan.