Hê jî cenazeyê welatiyê Başûr ê ji aliyê artêşa Tirk ve hatî qetilkirin li erdê ye

Hê jî cenazeyê welatiyê gundê Sûcê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistên ku duh di encama bobmerdûman artêşa Tirk de hatî qetilkirin, li erdê ye.

Duh balafirên şer ên artêşa Tirk gundê Suncê yê girêdayî navçeya Amêdiya ya bi ser Dihok a Başûrê Kurdistanê ve bomberdûman kiribû. Di encama bobmerdûmanê de gundiyek jiyana xwe ji dest dabû, gundiyek jî bibîrndar bibû. Piştî êrîşê her roj ji bo ku gundî xwe bigihînin cenaze ketine nava hewldanan. Lê her carê hewldana gundiyan di encama êrîşên leşkerên Tirk ve tê vala derxistin.


Weke duh îro jî gundiyên gundê Suncê ji bo xwe bigihînin cenaze, ketin nava bax û boxçeyên xwe yên li herêmê. Lê ji ber heyîna qereqola ayidî artêşa Tirk a li herêmê û di her tevgerkirina gundiyan de çeka A4, bi sekvanî û bombe avêjan êrîş tê kirin.


Gundiyên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk nikarin cenazeyên xwe bigirin nerazî ne.
Di encama êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a duh de ya li ser gunê Suncê, welatiyek jiyana xwe ji dest dabû û welatiyek jî birîndar bibû.