HDP’yî jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin

Li navçeyên Dep û Qowanciyan a Xerpêtê herî kêm 13 kes hate binçavkirin.

Li navçeyên Dep û Qowanciyan ê Xerpêtê di ser degirtinê malan de rêberên HDP’ê yê navçeyan jî di nav de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Depê Bakî Dogan , Bakî Guven, Kerîm Aydin, Serkan Doner, Mahmût Dogan, Cengîz Kilinç; li navçeya Qovanciyan jî rêveberên HDP'ê yê navçeyê Ferit Canpolat, Habîp Polat û kesên bi navê Tahsîn Akalin, Metîn Bîngol, Sefer Yildirim, Erkan Yildirim û Mûhamet Aslan hatin binçavkirin.

13 kesên ku sedema binçavkirina wan nehate zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Xarpêtê û her wiha hat diyarkirin ku bi ser gelek gundên girêdayî her du navçeyan de jî hatine girtin û gelek kes hatine binçavkirin.