HDP wê li Tetwanê encamên hilbijartinê îtiraz bike

Namzete Hevşaredariya Tetwan yê HDP’ê Habîp Yeşîltepe diyar kir ku di navbera tûtanakên wan û desteya hilbijartinê ve ferqek mezin heye û got; “Em ê tu caran encamên vê hilbijartinê qebûl nekin.”

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê li gorî encamên ne diyar HDP’ê 15 hezar û 330 deng girtine, AKP’ê jî 15 hezar û 605 deng giritye. Li navçeya ku 36 hezar û 493 hilbijêr dengê xwe dayî 2 hezar û 276 deng hatin betal kirin. HDP ku bi 275 dengan hilbijartin winda kir wê ji bo dengên hatine betal kirin îtiraz bike. Namzetê Hevşaredariya Tetwanê yê HDP’ê Habîp Yeşîltepe got; “Hilbijartina şaredariyê ku bi wijdan û ehlaqî me qezenç kirî dixwazin li ser maseyê ji me bistînin.”

Yeşîltepe got, li navçeya ku 36 hezar hilbijêr deng dayî betalkirina 2 hezar û 276 dengan bi aqil nayê rave kirin û wiha domand; “Di şertên ne wekhev de em çûn hilbijartnê ku duh hê encam diyar nebûbûn partiya hevrik got ‘hilbijartin me qezenç kir’ dîde nîşandan ku di van hilbijartinan de hîle heye. Ev gotina bê heq bi birayra dadgehê û îtiraza me ya li desteya hilbijartinê wê diyar bibe. Li navçeya ku 36 hezar deng hatî dayîn betalkirina 2 hezar û 300 dengan bi aqil nayê rave kirin. Têkildarî vêya em ê xebatên qanûnî bikin.”

Yeşîltepe diyar kir ku di navbera tûtanakên wan û YSK’ê de ferqek mezin heye û got; “Bi yek du dengê nîne, li hinek sîndoqan nêzî 30 lihev nagrin. Kaxeza hilbijêr û zerf ji hev nagrin. Em dizanin ku dengê hatine betal kirin ji bo windakirina me ye. Em ê tu caran encamên vê hilbijartinê qebûl nekin. Em ê îtiraz bikin.”

Yeşîltepe herî dawî got; “Em dixwazin ku gelê me vê pêvajoyê bi baldarî bişopîne. Gotinên têkildarî vê şaredariyê hemû derew in. Ji ber ku nêzî 40 sindoq ji hev nagrin. Em ê vana ji desteya hilbijartinê re ragihînin û em ê vêya bişopînin.”