HDP wê encamên Milazgirê itiraz bikin

Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku li Milazgirê bêhiqûqî hatiye kirin û got: “Em dizanin ev encamên hilbijartinê çi ne. Em vê rewşê napejirînin.”

Li gorî encamên nediyar ên hilbijartina li navçeya Milazgir a Mûşê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3 hezar û 638, AKP jî 3 hezar û 641 deng girt. Li navçeya 9 hezar û 591 deng heyî, 432 deng hatin betalkirin. HDP a bi 3 denga hilbijartin winda kir, wê ji bo dengên nehatî pejirandin îtiraz bike.

Li ser mijarê Hevberdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulistan Kiliç Koçyîtg daxuyanî d û got: “Dema sindoq ji bo bibin mala mamostayan ku polîs li gel bûn, me lê nêrî erkdarên sindoqan tinebûn. Gelek dengên partiya me hatine betalkirin, tevî îtirazên ku me kirine jî nehatin pejirandin. Li Milazgirê dengên partiya me hatine betalkirin. Tevî ku em li pêş bûn niha bi 3 dengan AKP li pêş didin nîşandan. Em vê yekê napejirînin. Em ê sibe îtiraza xwe bikin. Têkoşîna me ya li dijî bêhiqûqiyê wê bidome.”