HDP û DBP'ê bang li jinên Wanê kir: Em qeyûman bişînin!

Meclîsa Jinan a HDP û DBP'ê ya Wanê bang li jinan kir ku Adarê qeyûman bişînin û 'jiyana nû' ava bikin. Di civînê de berxwedana Leyla Guven hate slavkirin.

Komîsyona Hilbijartinê ya Jinan a HDP'ê ya Wanê ji bo ku jin bi rengekî xurt xwe tevlî pêvajoya hilbijartinê bikin daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

TARHAN: EM PERGALA JINAN AVA BIKIN

Di daxuyaniyê de Hevseroka Bajêr a DBP'ê Aynûr Tarhan axivî, diyar kir ku ew destekê didin grêva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin.

Tarhan ji bo hilbijartina xwecih ku Adarê wê were kirin bang li jinan kir ku li dor HDP'ê bicivin û got, ''Em li dor HDP'ê bicivin, têbikoşin û pergala xwe ya jinan dîsa ava bikin.''

Tarhan diyar kir qeyûman destkeftiyên jinan desteser kirine, ji bo ku wan mafên jinan dîsa bi dest ve bînin divê hemû bi hev re li dijî hişmendiya nêr têbikoşin. Tarhan got, ''Niha gelek kes serî lê didin, em dixwazin ev zêdetir bibe. Ji bo têkoşîna dijî faşîzmê û rêvebirina bajarê xwe em bang li hemû jinên Wanê dikin ku werin partiya me.''

KARABULAK: EM FERSENDA 31'Ê ADARÊ BI KAR BÎNIN

Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Yadîşen Karabulak jî diyar kir daxwaza Leyla Guven daxwaza wan hemûyan e, ji bo ku vê daxwazên bi cih bînin ew ê heta dawiyê têbikoşin û got, hilbijartina xwecih a Adarê fersend e. Karabulak jî bang li hemû jinên Wanî kir ku xwe tevlî nav hilbijartinê bikin, li şaredariyên xwe xwedî derkevin û got, ''Ji bo ku em qeyûm û polîtîkayên qeyûm ji bajarê xwe bavêjin em hemû bibin yek''.