HDP li Dersimê çû serdana malbatan

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a li Dersimê çû dîtina malbatan, destnîşan kir ku ji polîtîkayên zext û pêkutiyan ên li ser Kurdistan tu encam nayên girtin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersimê û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniya Mezpotamyayê Wenda Kirin (MEBYA-DER) û malbat li xwaringeheke li Dersimê hatin ba hev.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan Salîha Aydenîz, Wekîlê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu û gelek malbat tev li hevdîtinê bûn.

Li cihê hevdîtinê bi Kurmancî û Kirmanckî pankartê ‘’Girêdayîbûna bi nirxan ve bi mezinkirina têkoşînaê mimkûn e’’ nivîsandî hat daliqandin.

Aydenîz û şandeya pê re,  beriya hevdîtina bi malbatan re çûn serdana xwendkarên Zanîngeha Minzûrê yên hatin destgîrkirin.

Aydenîz di dema axaftina xwe ya serdana komeleya xwendkaran de wiha got: “Bi têkoşîna ciwanan pêşeroj ronî dibe.“

Wekîlê HDP’ê Alîcan, bi bibîranîna endama Koma Aştiyê Aysel Dogan a 13‘ê jiyana xwe ji dest da dest bi axaftinê kir. Onlu wiha axivî: “Em bi nirxên di ser siyasetê re hatine ba hev. Rûmeta herîm mezin a li ber xwe didin û ya we malbatan e. Ked û nirxa hatiye afirandin tê parastin. Kêmasî ya jî bêkêriyek hebe ya me ye.“

Salîha Aydenîz jî bal bir ser zext û pêkutiyên dewleta Tirk ên roj bi roj zêde dibin û ev tişt gotin: ‘’Dewlet pirê ku ji me ditirse tim li me Kurdan zilmê dike. Ji wê boneyê dixwazin me ji axa me sirgûn bikin.Lewma çend roj berê êrîş birin bi ser cenazeye Aysel Doganê de. Ev yek nîşaneya zîhniyeta wan a li dijî cenazeyan e. Me li Dersim, Zîlan û Cizîrê zilma dewletê dît. Em baş pê dizanin bê ka dixwazin çi bikin. Dixwazin pêşî li ber têkoşîna gelê Kurd bigirin. Nekarîn bi şewitandin û valakirina gundan û bi kuştinên kiryarnediyar  bigihîjin encamê. Lê bi saya nirxên malbatên me, tevî hemû zilmê jî dewletê nekarî tu encamê bi dest bixe.“