HDP'ê li Amedê dest bi karê xwe yê hilbijartinê kir

Rêxistina HDP'ê ya Amedê, ji bo xebatên hilbijartinên xwecihî yên ku wê 31'ê Adara 2019'an pêk bên bide destpêkirin civîneke çapemeniyê pêk anî. Di civînê de tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin û çalakiya Leyla Guven hate silavkirin. 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ji bo hilbijartinên xwecihî yên ku wê 31'ê Adarê pêk bên civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de tecrîda li Îmaraliyê û çalakiya parlamentera HDP'ê Leyla Guven hatin nirxandin. Civîn ji hêla hevserokên bajêr ên DBP'ê Îbrahîm Çîçek, Naşîde Toprak û hevseroka HDP'ê ya bajêr Fîlîz Bûlûttekîn bi Tirkî û Kurdî hate rêvebirin.

ÇALAKIYA GUVENÊ HATE SILAVKIRIN

Hevseroka HDP'ê ya bajêr Fîlîz Bûlûttekîn diyar kir ku kapîtalîzm her roj şer û qirkirinên nû pêk tîne. Bûlûttekîn wiha axivî: "Tecrîdkirina birêz Ocalan jî weke parçeyekê vî şerî tê meşandin. Ez li vir çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger dayî destpêkirin silav dikim. Em bi pêvajoyeke hilbijartinê ya nû li pêşberî we ne. Ji bo pûçkirina polîtîkaya qeyûman, ji bo car din şaredariyên xwe yên bê heq û hiqûq hatin desteserkirin bi dest bixin me pêvajoyek daye destpêkirin û em ê ji îro şûnde serlêdanan bigirin. Me îro, ango ji 20'ê Mijdarê pê de pêvajoya ku bernamzetan diyar bikin daye destpêkirin. Ligel vê me bi tevlîbûna hemû pêkhateyên xwe re koordînasyona hilbijartinmê ya bajaran saz kirine. Ez dixwazim bêjim ku di dema hilbijartinê de mijarên ku pêdivî bi wan heyî yên weke zanyarî û karîgerî, komîsyona teknîkî û komîsyonên hiqûq û yên din hatine avakirin."

'EM XWE AMADE DIKIN KU 31'Ê ADARÊ PÎROZBAHIYA MEZIN BIKIN!'

Hevserokê DBP'ê yê bajêr Îbrahîm Çîçek jî wiha axivî: "Ev tecrîd û pêkanînên bi salan in li dijî birêz Ocalan didomin. Em ji vir careke din dixwazin bêjin ku tu feydeya vê ji gelan re nîn e. Dev ji tecrîdkirina birêz Ocalan berdin. Ew rêberekî gelan e. Em çalakiya ku birêz Leyla Guven jî dayî destpêkirin watedar û girîng dibînin. Em ê li hemberî van hemûyan, li hemberî polîtîkayên zilm û qeyûman têbikoşin. Em karê xwe li ser vê bingehê dimeşînin. Ji îro û pê ve di navbera 20'ê Mijdarê û 5'ê Kanûnê de li benda serlêdanên gelê xwe yên ji bo bernamzediyê ne."