HDP'ê dest bi kampanya 'Em malbatan digihînin hev' kir

HDP'ê diyar kir ku wan kampanya 'Em malbatan digihînin hev' dane destpêkirin û banga tevlîbûnê kir.

Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji roja ewil a erdhejê ve ji bo piştevanî û alîkariya mexdûrên erdhejê dest bi xebatan kiriye.

Niha jî kampanya "Em malbatan digihînin hev" li karên xwe zêde kir.

HDP’ê ji bo ragihandina kampanyayê li avahiya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê civîn li dar xist.

Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê Ozlem Gunduz a ji Rêxistinkirinê Berpirsiyar e û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP’ê Serhat Eren tev li civînê bûn. 

Di daxuyaniyê de kampanya "Em malbatan digihînin hev" hate ragihandin û bang li gel hate kirin ku di warê piştevaniyê û kampanyayê de bi berpirsyarî tevbigere.