HDP'ê Şerafettîn Elçî bi bîr anî
HDP'ê siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî bi bîr anî û diyar kir ku sekna wî ji bo wan timî dibe çavkaniya sûdwergirtinê.
HDP'ê siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî bi bîr anî û diyar kir ku sekna wî ji bo wan timî dibe çavkaniya sûdwergirtinê.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 8 sal di ser wefata parlamenterê HDP'ê Şerafettîn Elçî derbas bûn û hate ragihandin ku Elçî bi gotina "Li Tirkiyeyê Kurd hene, ez jî Kurd im" bi cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.
HDP'ê diyar kir ku Elçî jiyana xwe di oxira têkoşîna demokrasî û aştiyê de feda kiriye û destnîşan kir ku sekna serbilindî ya Elçî ya ji bo gelan, bindestan û aştiyê wê timî ji bo wan bibe çavkaniya sûdwergirtinê.
Di dawiyê de HDP'ê Şerafettîn Elçî bi rêzdarî û bi hesretê bi bîr anî.