HDP: Bila Dadgeha Bingehîn a Tirk binpêkirinên mafan mehkûm bike

Hevseroka Rêxistina Navçeya HDP'ê Guler Tunç bang li Dadgeha Bingehîn a Tirk kir ku sûcên dijî mirovahiyê yên li Cizîrê mehkûm bike.

Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê, têkildarî doza kesên dema qedexeyên derketina yên li navçeya Cizîrê di jêrzemînan de hatibûn qetilkirin ku dê danişîna wê sibê li Destûra Bingehîn a Tirk bê dîtin daxuyanî da û  xwest ku Dadgeha Destûra Bilind a Tirk li gorî qanûnên navneteweyî binpêkirinên mafan mehkûm bike. 
 
Danişana doza wan kesan ku sala 2015’an dema qedexeyên derketina derve ya li navçeya Cizîrê ku 79 rojan berdewam kiribûn, li jêrzemînan hatibûn qetilkirin, wê sibê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bê dîtin. Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê, xwest li ber avahiya xwe têkildarî dozê daxuyanî bide. Lê ji ber ku polisan avahiya navçeyê dorpêç kir û destûr nedan daxuyanî li ber derî bê dayîn, HDP’iyan daxuyaniyê li hewşa avahiya HDP’ê dan. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navenda û navçeyên Şirnexê tevlî daxuyanî bûn. Daxuyaniya hatibû amadekirin Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tûnç xwend.
 
Tunç, di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser pêkanînên qedexeyên Cizîrê û wiha got: “Di dema vê qedexeyê de ku 3 mehan dom kir bi qasî 300 kesî jiyana xwe ji dest da. Bi sedan kes birîndar bûn. Bi hezaran mal xera bûn û deh hezar kes koçber bûn. Di vê pêvajoya ku bingehek wê ya qanûnî tunebû û ne li ser bingeha mafên mirovan bû, di hişê hemû niştecihên Cizîrê de şopek kûr hişt. Ber bi roja 40'emîn a qedexeyên Cizîrê de raya giştî ji hebûna bi dehan mirovên di 3 jêrzemînên cihê de asê mabûn haydar bû.Tevî biryarên hişyariyê yên AYM'ê ev kes hatin qetilkirin.”
 
Di berdewama axaftina xwe de Tûnç anî ziman ku tevî hemû pêkanînên li dijî mirovahiyê jî gel serê xwe netewandiye û ev tişt got: “Tişta ku di dema qedexeyan li Cizîrê de qewimî plana hikûmeta AKP'ê ya têkbirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. AKP a ku maseya çareseriyê hilweşand, bi zext, tundî û qedexeyan hewl da ku gelê kurd bêdeng bike. Lê belê gelê kurd li ber vê hikûmeta faşîst çok dananî.”
 
Di dawiya axaftina xwe de Tûnç ev bang li AYM'ê kir: “Têkoşîna me ya hiqûqî dê bidome. Di vê çarçoveyê de, Dadgeha Destûra Bingehîn wê dosyaya li ser qedexeyên li Cizîrê hatiye amadekirin binirxîne. Divê Dadgeha Destûra Bingehîn binpêkirinên mafan ên li Cizîrê, li gorî qanûnên navneteweyî mehkûm bike. Em bang li Dadgeha Destûra Bingehîn dikin ku di bin bandora AKP'ê de nemîne. Em ji vir bang li raya giştî dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna hiqûqî ya Cizîrê. Bila sûcdar hesab bidin.”