HBDH’ê li wesayîta leşkerî da: 4 leşker mirin 5 leşker birîndar bûn

Yekîneya Tolhildanê ya Zeynep Kinacî ya HBDH’ê îro li Dîlokê li wesayîteke leşkerî da. HBDH’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de 4 leşker mirine yek jê bi giranî 5 leşker jî birîndar bûne.

Yekîneya Tolhildanê ya Zeynep Kinacî ya HBDH’ê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HBDH’ê got ku, “Yekîneya Tolhildanê ya Zeynep Kinacî ya HBDH’ê di 21.06.2020’an de di destê sibehê de li wesayîta leşkerî ya ku leşkerên Fermandariya Tabûra Sînor a 1’emîn a Dîlokê da. Ev çalakî ji bo bîranîna Kasim Engîn hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de ji nav 9 leşkerên di wesayîtê de 4 leşker mirin, yek jê bi giranî 5 leşker jî birîndar bûn. Hêzên me dest danîn ser çek û muhîmatên di vê wesayîtê de.

DESTHILATDARIYA AKP Û MHP’Ê HILDIWEŞE

Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ya ku ketiye serdema hilweşandinê careke din li hemberî çalakiyên hêzên me tengijîne. Desthilatdariya faşîst a ku bi teknîk û leşkeran operasyonên li ser gerîlayan zêde kirine, li hemberî têkoşîna me ya ji çiyayan ber bi bajaran ve têk diçe.

Têkoşîna şoreşa me ya yekgirtî bi heyecana ku wê ev faşîzm hilweşe, çalakiyên xwe didomîne. Îro jî Yekîneya Tolhildanê ya Zeynep Kinacî ya HBDH’ê ruhê fedaî dixe nav şoreşa yekgirtîya têkoşîna me.

Şoreşgeriya me ya têkoşîna hevpar çav berdaye serfiraziyê. Me soz daye rêhevalên nemir. Wê dawiya têkoşîna me mûhteşem be! Teqez wê têkoşîna me ya şoreşa yekgirtî bi ser bikeve.”