Qonaxa xwebûnê: Hawar

"Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin."

Wekî qonax û çerxeke dîrokî, Kovara Hawarê, di dîroka xebatên Kurdî de roleke taybet lîstiye. 15’ê Gulana 1932’yan li Şamê bi pêşengiya Celadet Elî Bedîrxan û hogirên wî, Kamûran Bedirxan, Qedrîcan, Osman Sebrî, Cegerxwîn û Nûredîn Zaza di dîroka xebatên Kurdî de rûpeleke nû hate vekirin. Kovara Hawarê her çend bi tîpên Erebî di destpêkê de xebatên xwe birîbin serî jî, piştre bi biryareke radîkal, ber û bergeha xebatên Kurdî guherand û hejmarên mayî bi tîpên latînî derxist. 

HAWARA KURD

Qonaxa xwebûnê, hawara zanîn û têkoşîna zimanê Kurdî, Kovar ji sala 1932’yan heta 1943’yan de 11 salan weşana xwe domand û 57 hejmar çap bû, jê 23 hejmarên pêşîn bi alfabeya Latînî-Erebî, hejmarên din jî tenê bi alfabeya latînî derçû. Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15'ê Gulana 1932'an de derket û heta 15'ê Tebaxa 1943'an 57 hejmar derketine. Cîhê xebat û weşandina kovarê paytexta Sûriyê Şam bû. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşangeriya Kurdî de xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê Kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi Kurdî, ji edebiyata Kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin.

‘HAWARA DENGÊ ZANÎNÊ YE’

Kovara Hawar çavkaniya xwe ji mîrateya wêjeya klasîk ya Kurdî digre. Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn ya kovarê de wiha dibêje: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ku ziman şerta heyînê ya pêşîn e."

Helbet ceribandina alfabeya latînî, bi ekola Hawarê ve nikare bê girêdan. Beriya Hawarê li nav Kurdên Sovyetê, teşebisa afirandina alfabeya Kurdî-Latînî ji aliyê Erebê Şemo û Îsheq Maragulov ve hatibû kirin. Ew prose tenê ne li nav Kurdan, her wekî din li nav welatên cîran nemaze jî li nav Tirkan wek “înqilaba herfan” derketibû meydanê û encam û serencama polîtîkaya neteweyî destnîşan dikir. Lê Kovara Hawarê wê demê bi wê biryarê ku li gorî kodên wê demê biryareke gelek radîkal bû, alfabeya latînî li ser wê serdemê ferz kir û dirûvê xwe da gelek xebatên Kurdî. Ev biryara Kovara Hawarê, di nav xwe de teqabulî rastiyeke dema xwe dikir. Daner û kedkarên kovarê, xwestin ku bi bikaranîna alfabeya latînî, berê Kurdan, feraseta Kurdan û dahatûya Kurdan bidin Rojava-Ewropayê. Di vir de îhtîmalen faktora tesîra Fransiyan jî heye, lê tiştê ku wê demê ji aliyê dewletan ve dihatin kirin, ji aliyê Celadet Bedirxan û hogirên wî ve hatin kirin.

LI GEL KURDÎ RÛPELÊN FRENSÎ Û EREBÎ

Di Kovara Hawar de li gel weşana Kurdî, rûpelên frensî û erebî hebûn. Di her hejmarekî de 3-4 rûpelên Frensî jî hebûn. Heta hejmara 23'an nivîsên Kurdî yê kovarê bi alfabeyên latînî û Erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew temamî êdî bi latîni dihat weşandin. Naveroka hemû hejmara dora 808 rûpelan vedigirt. Di hejmarên pêşîn da zêdetir nivîsên Celadet û birayên wî Kamûran Elî Bedirxan ku êdî ew jî wê çaxê hatibû Lubnanê derdiketin. Piştî hejmara çarê gelek navên din jî tevlî wan bûn û gelek ji wan di demên dawîn da di wêjeya Kurdî de bûn kesên navdar.

CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

Ew tradîsyona ku bi Hawarê derket meydanê û wekî saziyeke dewletan e geşe da, loma îro ji bo xebatên Kurdî girîng e. Ji ber aliyê wê yê dîrokî û aktûel, di sala 2006’an de roja damezrandina Kovara Hawarê (15’ê Gulanê) wek Cejna Zimanê Kurdî hat qebûlkirin. Ev roj her sal li seranserî Kurdistanê tê pîrozkirin.