Hate xwestin ku tabêlaya Heskîfê were rakirin

Çûna nav Heskîfê ya dîrokî êdî bi destûra qeymeqamiyê ye. Hate xwestin ku sembola bajêr ji cihê wê were rakirin.

Li Heskîfê ya dîrokî ava Bendava Ilisûyê radibe, çûna nav bajêr kirin bi destûra qeymeqamiyê. Diyar bû li bajêr kesên ku karê xurdeyan dikin li hin deveran dest bi diziyê kirine. Ji bo ku kesek nikaribe bi piyan û wesayitan biçe bajêr pira li hêla Êlihê bi axê hate girtin, pira ku digihîne bajêr piştî bi demeke kurt wê bi temamî di bin avê de bimîne. Caxên pirê bi temamî hatin jêkirin. Destûrê nadin ku gel ji bo xurde û hesinan malên xwe xira bikin, tenê avahiyên saziyên fermî hatin xirakirin û hesinên wan hatin derxistin.

Her wiha hate xwestin ku tabêlaya Heskîfê ya li devê bajêr were rakirin. Piştî ku şêniyên Heskîfê xwe nerazî kirin dev ji vê qeriyan.