Hate destgîrkirin, 25 sal e winda ye!

Li Amedê aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram ê berî 25 salan ji aliyê hêzên dewletê ve hate ‘windakirin’ pirsîn.

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" çalakiya xwe di hefteya 594’an de berdewam kirin.

Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram ê 25 sal berê leşkeran ew destgîrkir û winda kirin pirsî.

Di çalakiyê de xwişka Mehmet Şîrîn Bayram, Selahat Bayram vîdeoyek parve kir û aqûbeta birayê xwe pirsî. Xwişk Selahat Bayram anî ziman ku birayê wê nîşanî bû û çû mala Apê xwe û wiha got: "Cerdevan û leşkeran bi ser malê de girtin û birayê min destgîrkirin û birin Qereqola Navçeya Pasûrê. Destê wî li pişt wî grêdan û birin. Piştre înkar kirin ku birayê min destgîrkirine û birine qereqolê. Em vê zilmê qebûl nakin. Heta dawî em ê aqûbeta birayê min bipirsin. Em nepirsin jî êdî dê neviyê birayê min dê lêgerîn û lêpirsînê bidomînin. "

Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê jî çîroka windakirina Mehmet Şirin Bayram parve kir û wiha got: Mehmet Şîrîn Bayram, di 15'ê tebaxa 1978'an de li Gundikê Bîra Zeyna yê Gundê Temiran ê Navçeya Pasûrê ji dayik bû. Di sala 1994'an de li Gundê Temîra û Bîra Zeyna leşkeran zextên dijwar li ser gundiyan dikir. Her tim zor li gundiyan dikirin ku bibin cerdevan. Bi zorê gund şewitandin. Welatiyên gund bi zorê koç kirin. Şîrîn Bayram û mamê xwe Îhsan Bayram, koç nekirin û li gund man. 2 sal şûnde Mehmet Şirin Bayram, di sala 1996'an de çû mamê xwe Îhsan Bayram ziyaret bike. Dema çû mala mamê xwe Îhsan, leşker û cerdevanan bi ser mala mamê wî de girt û Mehmet Şirin Bayram destgîr kirin. Ji wê demê heta niha agahî ji Mehmet Şîrîn Bayram nayê stendin. Malbatê serî li hemû rayedarên dewletê û fermî dan. Lê tevî hemû hewldanên malbatê Şirin Bayram 25 salin winda ye. "