Heta niha ti agahî ji nûçegihanê Rojnewsê Bradostî nîne!

Nûçegihanê Rojnewsê Zubêr Bradostî yê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye destgîrkirin, 7 roj in ti agahiyek jê nayê girtin.

Peyamnêrê ajansa Rojnewsê Zubêr Hemedemîn Nebî yê weke Zubêr Bradostî tê naskirin, di 21’ê vê mehê de ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve hate destgîrkirin.

Li gorî agahiyên ji kesekî nêzî Zubêr Biradostî hatine wergirtin, Zubêr Biradostî ji aliyê îstixbarata Fermandeya Helgurd ya ser bi Partiya Demokrata Kurdistan (PDK)’ê ve ji bo baregeha fermandariyê hatiye bang kirin, piştre hatiye destgîrkirin û şandine bajarokê Mesîf ya ser bi Hewlêrê. Ji malbat û xizmên Zubêr re ragihandine ku qet pirsa wî nekin, heya ku ew bixwe xeberek didin malbatê.

Hêzên asayîşê ji bo malbatê ‘hişyariya’ heta me bang li we nekin tiştekê nekin û li benda me bimînin.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li ser destgîrkirina rojnamevan Zubêr Bradostî ti nerazîbûnek nîşan neda. Berpirsê Sendîkaya Rojnamevaniyê ya Kurdistanê ya Soran Îsmaîl Îbrahîm li şûna ku piştevanî bike, daxuyaniyên derveyî rastiyê dide û Zubêr Bradostî bi sûcê ‘sîxûriyê’ sûcdar kir.