Hamid: Hikûmeta Herêmê bi destûra Sefareta Tirk dixebite

Pisporê siyasî Niyaz Hamid got PDK'ê bi rengekî dest li ser hikûmetê daniye, YNK û Goran bêkêr e, parlmanto bûye formalîte lê PDK ji hêla dewleta Tirk ve hatiye bidestxistin.

Pisporê siyasetê yê Başûrî Niyaz Hamid got rûdanên li Zînî Wertê plana bi hevkariya PDK'ê û Tirkiyê ye, Mûsil û Kerkûkê jî di nav xwe de vedihewîne.

Piştî ku PDK'ê bêyî ku haya YNK'ê û Goran jê heebe hêza şandine ser Zînî Wertê û ev di navbeyna hêzên Kurdan de bû sedema rageşiyê, nirxandind didomin. Daxuyaniyên li ser navê PDK'ê û hikûmetê dibêjin gavên ku hatine avêtin ji bo pandemiyê ye. Lîwa Behra m Yasîn, fermandarê hêza Helgor ku beriya bi du rojan daxuyanî dayî, hemû daxuyaniyên hikûmetê li derewê qeliband, got ev planeke domdirêj e û hêza ku şandine bi sedema ewlekariyê ye û wê li wir bimîne.

PEYMANA KU BI TIRKIYÊ RE HATIYE KIRIN

Li gorî pisporê siyasetê yê Başûrî Niyaz Hamid gotinên Yasîn mikurhatinek e. Hamid diyar kir pêvajoya li Wertê ne nû ye, Sibatê dema ku Mesûr serdana Tirkiyê kiriye ev peyman hatiye danînû û diyar kir, şandine hêzê ya li ser Wertê, bombekirina hêzên gerîla yên li Wertê û Mexmûrê ya ji hêla balafirên şer ên Tirk ve, bi çarçoweya vê planê ye û got, Erdogan bi rengê, ''bêyî ku em hebin hûn nikarin desthilata xwe bidomînin, ji ber vê, çi tişta ku em dibêjin divê hûn bi cih bînin'' bi vî rengeî ferman daye.

ÎSTÎXBARATA TIRK BI DEST XISTIYE

Hamid bal kişande ser hesabê Mîsak-Î Millî yê Tirkiyê, got PDK bi hemû saziyên xwe ve ketiye ber nîrê îstîxbarata Tirk û PDK bêyî dewleta Tirk nema dikare tiştekî bike, ev çend vîna wê wê nemaye. Hamîd wiha got: ''Rojê 600-700 hezar warîl petrol ji Başûrê Kurdistanê ji dewleta Tirk re tê şandin. PDk divê rojane vê ji Erdogan û malbata wî re bişîne û ji bo vê jî tiştekî nake. Tirkiyê ji organên herî hesas ên PDK'ê bigirin heta bi hemû saziyên rayedar, zilamên xwe bi cih kirine. A rast tiştekî bi navê PDK'ê nemaye. Dibe ku komeke biçûk dibêje ew heye û hewl dide ku xwe biparêze lê bi rengê partiyê nemaye. PDK ya ku ji hêla Tirkiyê ve hatiye bidestxistin ti têkiliya xwe bi Kurdbûnê re û bi Iraqê re nemaye.''

BI SER DE PEREYAN DIDE Û CERDEVANIYA TIRK DIKE

Hamid diyar kir PDK halê hazir bi rengekî hêza çekdar a dewleta Tirk e û got, ''Ev cerdevanî ji cerdevaniya Bakur hinekî cudatir e. Cerdevanê li Bakur di ber vê de meaş distînin, ya PDK'ê berevajî vê ye, ango bi ser de pereyan dide. Tiştê sosret û neçê ev e. Ji bo ku li ser desthilatê bimîne vê dike.''

BI FERMÎ VEXWENIDINA DAGIRKERAN

Hamid got Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê yasayî, meşrû ye, ev bi destûra Iraqê hatiye mîsogerkirin, di qada navnetewî de tê naskirin lê PDK'ê ya ku dest li ser hikûmetê daniye, vê rewşa yasayî îstîsmar dike, dikare bi fermî bang li Tirkiyê bike û li nav sînorên yasayî operasyonan pê bide kirin. Hamid diyar kir ev raye rê nade ku baregehan ava bike û demeke dirêj bimîne.

Hamid her wiha got: '' Heke Tirkiye were vexwendin da ku operasyonê bike DYE wê nebêje, ''na'', çikû DYE jî parçeyek ji planê ye. Her çengî DYE nexwaze ku kanên zengîniyê yên Iraqê biçine Tirkiyê, bixwaze ku li Iraqê û Başûr bimîne jî, bi Tirkiyê û PDK'ê re li hev neke jî di vê planê de ya li dijî PKK'ê bi nakokî nîne.''

PLAN MÛSIL Û KERKÛKÊ JÎ VEDIHEWÎNE

Hamid her wiha diyar kir ev plana Tirk a bi hevkariya PDK'ê Mûsil û Kerkûkê jî vedihewîne û got, ''Di demeke wiha de çeteyên bi ser dewleta Tirk ve yên li derdora Mûsilê bi ser Esil Nuceyfî û hwd. ji bo ku dewleta Tirk li dijî DAÎŞ'ê destekê bidin wan bang li Tirkiyê kirin ku were Mûsilê. Hêla taloke ya planê li vir derkeve holê. Ji aliyekî ve li Bradost, Qendîl û herêmên din êrişê dibe ser Tevgera Azadiya Kurd û gerilayan, plana dagirkirina van herêman hatiye danîn, ji hêlekê ve jî, di ser Mûsil û Kerkûkê re jî parçeyê dî yê planê ku bi PDK'ê re daniye di ser çeteyan re, yên li wê herêmê sazkar dike. Plana Mîsak-Î Millî bi vî rengî berbiçav dibe.''

HIKÛMET JÎ FORMALÎTE YE

Hamid got hikûmet ji Sefareta Tirk a li Hewlêrê destûrê dixwaze û dixebite, ti rayeya YNK'ê û Goran di organên biryarê de nîne, bi fikara meşrûiyetê PDK van partiyan li rex xwe digire. Hamid got: ''Her kes pê dizane ku ti rol û rayeya YNK'ê û Goran di hikûmetê de nîne, ji çav re li cem xwe dihêlin. Ji ber vê jî hikûmeta heyî jî formalîte ye.''