Halebî ji bo Azadiya Ocalan meşiyan

Welatiyên bajarê Helebê bi dûrûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” azadiya Ocalan xwestin.

Bi hezaran welatiyên Taxa Şêx Meqsûd a Helebê yên Kurd, Ereb, Tirkmen û Suryan cilên reş li xwe kirin, alên reş hildan û ji bo azadiya Ocalan meşiyan. Meş ji hola civînan a rojavayê taxê ber bi Çerxerêya Şehîdan a rojhilatê bajêr ve bi rê ketin.

Pêkhateyan bi yek dengî dirûşmeya ″Bê serok jiyan nabe″ qîr kirin û azadiya Ocalan xwestin. Meşvan li çerxerêyê rawestiyan, deqeyek rêz girtin.

Piştre jî Hevseroka Meclîsa TEV-DEM′ê ya taxê Sûad Hesen, Endama Rêveberiya Kongreya Star Sîham Bîlal, Hevserokê Meclîsa Biratiya Gelan Mirî El-Şiblî û Endamê Dîwana Dada Civakî Ebdulqadir Mûsa , axivîn.

Li aliyê din ciwanê Efrînê meşa azadiyê didomînin.