Hakseven ê ku wêneyên Roboskî girtibû jiyana xwe ji dest da

Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê yê DBP'yî Recep Hakseven ê ku wêneyên qetlîama Roboskiyê girtibû û cîhan jê haydar kiribû, li Amedê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê yê DBP’yî Recep Hakseven li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê jiyana xwe ji dest da. Hakseven bi penceşêra xwînê ketibû û li Elkê hate veşartin.

HAKSEVEN KÎ YE?

Hakseven 15 salan di qadên cihê ya siyaseta Kurd de cih girtibû, di sala 2014’an de bûbû Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê. Hakseven yek ji wan kesên pêşîn bû ku çûbû cihê bûyera Roboskiyê lê pêk hatibû. Hakseven bi wêneyên ku wî bi xwe girtibû,  haya raya giştî ji qetlîama Roboskiyê çêkiribû.