Guzel: Tirkiye bûye rêveberiya tecrîdê

Parlamentera HDP'ê ya Amedê diyar kir tecrîda li Imraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji hêla Tirkiyê ve ji hêla hêzên navnetewî ve jî tê sazkarkirin.

Têkilî tecrîda mitleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel bal kişande ser hêla navnetewî ya tecrîda ku li Imraliyê tê domandin û got: ''Polîtîkayên tecrîdê ne tenê polîtikayeke bi Tirkiyê ye, polîtîkayeke navnetewî ye jî.''

Guzel bi berdewamî got, ''Ev polîtîkaya bi anîna Rêzdar Ocalan a li Imraliyê û piştre jî hatiye girankirin. Ev nêzîkatiyeke li pirsa Kurd e û em dibînin bi hewldana ku Rojhilata Navîn dizayn bikin şerekî hegemonîk tê kirin.  Bi peymana Washîntonê ji bo ku li ber dizaynkirina Rojhilata Navîn Rêzdar Ocalan weke astenga herî mezin dibînin. Ev polîtîka bi asteke navnetewî tê domandin. Em dikarin bibêjin ku Tirkiye qerdiyaniya vî karî dike. Dema ku em behsa polîtîkayên tecrîdê dikin û li dijî vê têdikoşin divê mirov aliyê wê yê navnetewî bibîne û têkoşîneke demokratîk bide. Armanc dizaynkirina Rojhilata Navîn e.''

Guzel her wiha destnîşan kir polîtîkayên tecrîdê di hemû civakê dehatiye gerandin û got: ''Tecrîd ne tenê li Imraliyê ye, tecrîd qulibiye ser rengê rêveberiyê. Carcaran hin çalakî têne kirin, grêvên birçîbûnê dikevin rojevê. Niha ji bo ku polîtîkayên tecrîdê bidawî bibin grêvên birçîbûnê hene. Binpêkirina mafan ji tecrîdê ne qut e. Hedefa sereke ya çalakgerên grêva birçîbûnê ew e ku tecrîd biqede. Ne tenê li girtîgehan li Ewropa jî grêven birçîbûnê hene. Ji 14'ê Tîrmehê û wir ve grêven birçîbûnê 15 rojan hate dirêjkirin.''

Guzel bi berdewamî diyar kir ya ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin nehiqûqî ye, parêzerên Ocalan gelek caran ev diyar kirine, û wiha domand: ''Em jî dibînin ku polîtîkayek heye û ji Imraliyê dest pê dike û li hemû civakê tê gerandin. Me digot divê Wezareta Dadê dest tê werde Bi yasayên Rewşa Awarte yên 15'ê Tîrmehê re hin astengî, qedexe li ber civakê ji Wezreta Navxwe dewrî Walîtiyan kirin. Niha Walîtî dikarin çalakiyên li bajaran qedexe bikin. Ev di civakê gerîna polîtîkayên tecrîdê ye. Li Imraliyê radyo, her qenala TV'yê venedibû. Niha li girtîgehan rojname û pirtûkan nadin. Ev hemû berbelevbûna tecrîdê ya ji Imraliyê ya li hemû girtîgehan e.''

Guzel got: ''24 saetan Imralî tê şopandin. 3 girtiyên din ên li Imraliyê jî 24 saetan têne şopandin. Îro em vê gavê li hemû girtîgehan dibînin. Serê her kuçeyê bi kamereyên mobesayê em vê dibînin. Hesabên me yên medyaya soyal, axirê her tiştê me dişopînin. Ev hemû bi pergala tecrîdê ya Imraliyê dest pê kir. Kirin rengê rêveberiyê, rengê jiyanê. Dema ku tecrîd tê gotin divê ne tenê girtîgeha Imraliyê bê bîra mirov. ''

Guzel bal kişande ser rola CPT'yê diyar kir divê CTP bi rengekî periyodîk serdana gritîgehan bike, rapora CPT'yê ya li ser Imraliyê bi bîr xist û wiha pêde çû: ''Divê CPT dîsa biçe Imraliyê. Pêvajoya pandemiyê heye. Fikaren li ser jiyanê hene, têkilî talokeya jiyanî ya Rêzdar Ocalan fikarên giran hene. Bi birayê xwe bi telefonê bi kurtî axivî û ev nayê qebûlkirin. Rêzdar Ocalan gotibû 'Ev rêbazeke derhiqûqî ye û nayê qebûlkirin, nêzîkatiyeke kêfî ye'. Divê bi rengekî rûtîn bikaribe malbatê û parêzerên xwe bibîne. Divê CPT li ser vê raporan heazir bike û pê bide kirin. Tirkiye hiqûqa xwe jî bi cih nayîne. Divê li ser Tirkiyê biryarên pêkirinê werin standin.''

Guzel herî dawî diyar kir polîtîkayên şer ên li ser parçeyên Kurdistanê ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne qut e û got: ''Sedema polîtîkayên tecridê peymana Washîngtonê ye. Tecrîd ji ber vê tê girankirin .Di vê de ne tenê tiliya Tirkiyê ya hemû hêzên hegemonîk heye. Ramanên Rêzdar Ocalan li Rojava hatin avakirin, divê ev were dîtin. Bi têkoşîna gelan barbarên DAÎŞ'ê hatin paqijkirin. Li Rojava jiyaneke ku dikare bibe sedema hilweşandina netewdewletan hate avakirin. Jiyana li wir li hemû Rojhilata Navîn were avakirin wê li Rojhilata Navîn dawî li hêzên hegemonîk were.''