Guven: Piştgiriya ji bo çalakiya min wê roj bi roj zêde bibe

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 13 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye got, AKP dixwaze her derê bike girtîgeh lê belê ji ber ku dike nake nikare vê bike, hîn bêhtir êrîşê dike.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike, 13 roj in di greva birçîbûnê de ye. Guven bi rêya parêzerên xwe ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Guven li ser piştgiriya raya giştî ya ji bo berxwedana wê ya greva birçîbûnê got, "Ez bawer im ku piştgiriya raya giştî wê roj bi roj zêde bibe. Di serî de gelê Kurd, hêzên demokratîk û saziyên mafên mirovan zanin ku tecrîdkirina Birêz Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye û qebûl nakin. Ji bo rakirina tecrîda salan gelek çalakî hatin lidarxistin.

Li girtîgehê derfetên min nîne ku zanibim bê piştgiriya raya giştî di kîjan astê de ye. Tenê bi rêya rojnameyekê dikarim rewşa li derve bişopînim. Rêveberiya girtîgehê destûrê dide weşana 18 qenalên televîzyonê. Ev hemû qenal jî yên medya navendî ne. Mafê me yê wergirtina nûçeyan bi rengekî objektîf nîne. Radyo jî tenê li ser pêla FM eyar kirin e. Ev rewş hemû rastiya Tirkiyeyê radixe ber çavan. Her çiqas ez agahiyan nabihîzim jî lê pê dihesim ku piştevanî roj bi roj zêde dibe. Ez bawerim ku her kes dizane ev tecrîd li dijî aştiyê ye. Bi taybetî jin û ciwan haya wan ji vê yekê hene. Ji ber vê yekê jî ez bi bawerim ku wê bi xurtî xwedî li çalakiyê derkevin."

'GIRÎNG E RAYA GIŞTÎ BI RENGEKÎ RAST ÇALAKIYÊ FÊHM BIKE'

Guven bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û çalakiyên ji bo Ocalan hatin û tên lidarxistin: "Armanca çalakiya min tenê ne ew e hevdîtinek bi Birêz Ocalan re pêk were. Armanca çalakiya min ew e ku dawî li tecrîda mutlaq bê anî. Divê di çarçoveya hemû mafên qanûnî yên ji bo Birêz Ocalan de şertên wî bên başkirin. Ji ber vê yekê jî divê çalakiya min di nava raya giştî de rast bê fêhmkirin."

Guven ji bo tenduristiya xwe jî got: "Tenduristiya min gelekî baş e. Personelê revîra hepsê her sibe tê li qawîşê tansiyon, nabz, kîlo û hwd. dipîve. Ez jî xwe baş hîs dikim."

Guven da zanîn, ew li dijî biryara qedexeya Walîtiya Amedê ya ji bo piştevaniyê wê matmayî nemaye û dixwazin bi van qedexeyan civakê bitirsînin. Guven anî ziman ku gelê Kurd tevî hemû zext, astengî, qedexe û zilmê jî xwedî li nirxên xwe derdikeve û AKP jî nikare ji vê polîtîkaya xwe encamê bigire û AKP xwe dixapîne.

Guven ev peyam da hikumeta AKP'ê û raya giştî: "AKP neçare ku hesasiyetên gelê Kurd bibîne. Heke ev rewş dewam bike, wê AKP dawiyê li xwe jî bîne. Wê ji ser dika siyasetê biçe ser sergo. Hêvî û daxwaza min ew e ku kesên eleqedar bi têgihiştineke rast û polîtîkayên dirûst guh bide daxwaz hevpar a civakê û ji bo nirxên civakê yên hevpar xizmetê bike. Bêguman di vî warî de berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê şoreşgeran, derdorên demorkatîk. Heke ev derdor dengê xwe bilind bikin wê tecrîd bê şikandin û îdealên hevpar ên gelan pêk bên."