Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Guven nikare xwe li xwe bigire, wê nikaribe tevlî şînê bibe

Ji ber rewşa tenduristiya wê Leyla Guven a ku ev 59 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêveger de ye, wê nikaribe tevlî şîna diya xwe bibe.

Diyar bû ku Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven ku ev 59 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirî, ji ber sedema ku rewşa wê ya tenduristiyê ne baş e wê nikaribe tevlî şîna diya xwe Cevriye Guven bibe.

Li gorî agahiyên ku parêzerên Guven dayî, rewşa tenduristiyê ya  Guven ne baş e û ji bo vê jî wê nikaribe tevlî şînê bibe.

Tansyiona Guven şevê jî 9/7 bû, peywirdarên tenduristiyê ji Guven re gotin rêwîtî wê tehdê li wê bike lê Guven dîsa xwest tevlî şînê bibe.

Îro jî kontrola Guven hate kirin. Lê di kontrolê de hate dîtin ku tansiyona wê zêde bûye, bêhal e, dilê wê xeliyaye û sergêjînek pê re çêbûye.

Guven ji ber nikare xwe li xwe bigire, li ser pêşniyara parêzeran biryar stand ku tevlî şînê nebe.