Guven: Em ê mîna gelê Colemêrgê yê bi rûmet li ber xwe bidin

Namzeta parlamenteriyê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku dîl girtî ye, diyar kir ku 24'ê Hezîranê firsendeke ji bo paşeroja ronî û got, wê li Kurdistanê bi ser bikevin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku 22'ê Çileyê li mala xwe ya li Amedê di dema serdegirtina polîsên Tirk de hate girtin, ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê nameyek şand.

Guven li ser namzetiya xwe ya parlamenteriya Colemêrgê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nameyek şand û got, "Ez ji zindana Amedê bi dil û can silavên xwe ji we re dişînim. Em hêz û moralê ji têkoşîn û gelê xwe digirin. Lewma di nava her şert û mercî de em ê vê têkoşîna xwe bidomînin. Li zindanan jî em xwedî biryardarî û berxwedaneke mezin in."

Nameya Guven wiha dewam kir: "Bi salan e li dijî gelê me û vîna wan operasyonên qirkirinê tên kirin. Em dibînin bê rêya siyaeta demokratîk çawa li ber me digirin. Me bi têkoşîna xwe ya mafdar her tim ji bo siyaseta demokratîk û aştiyek bi rûmet helwesta danîn. Desthilata AKP'ê ku 16 sal in li ser kar e, xwîna gelê me û hemû gelên Tirkiyeyê dirijîne. Ji bo em vê desthilatdariya nehiqûq hilweşînin û em nefese bidin gelê xwe, hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo me firsendek dîrokî ye. Em wek gelên Kurdistan û Tirkiyeyê cudakarî, dualî û yên tune tên hesibandin datînin aliyekî, em ê li ser navê gelên xwe yekîtiyek rêgezî ava bikin û bi kurd, tirk, laz, çerkez, elewî, jin ciwan û kedkaran re bi ruhê 7’ê Hezîranê êdî dema avakirina jiyanek nû û siberojek ronî ye. 
 
Li Colemêrgê namzet nîşandana min ji bo min cihê rûmetê ye. Partiya me min wek namzet wezîfdar kir. Ez ê hewl bidin ku layiqî helwesta bi rûmet a gelê Colemêrgê bibim. Bi vê wesîleyê ez bang li hemû hevrên jin û ciwanên me yên serî netewandin e dikim. Em ji têkoşîna xwe ya mafdar û rêgezên xwe tawîzan nedin. Em ê li gelemperiya Kurdistanê pêşengiyê ji xebatên hilbijartinê re bikin. Em ê bi gel, jin û ciwanên xwe re di vê hilbijartinê de li Kurdistanê bi xurtî bi ser bikevin. Bi vê bîr û baweriyê ez we bi dil û can hembêz dikim."