Guven: Divê ji koletiyê re bêjîn bes e

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku bûna yek ruh a gelê Kurd di destê wan de ne û got: “Divê em ji jiyana di bin zext û koletiyê de ye bêjin bes e. Statûya xwe pêk bînin.”

Leyla Guven a serdana civînên gel a ji aliyê rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Kanîreş bû, bal kişand ser zextên zêde dibin.

Guven ev got: “Kesê ne dikarî bêjim ez Kurd im, Em ji bi naxê rabûn gotin; ‘Kurd hene, gelê me heye’. Sed sal in dixwazin Kurdan parçe bikin, dixwazin ziman û çanda wan bidin jibîrkirin. Xwestin Kurdan tine bikin.

Ji ber vê pêşengên me Şêx Seîd, Seyîd Riza û di roja me ya îro de Birêz Ocalan gotin; ‘em hene.’ Ji roja mirovahî li ser vê axê peyda bûne em hene. Kî dikare bêje em Kurd tine. Gelek Kurd qetil kiri, sirgûn kirin. Ji bo vê divê em dîroka xwe baş bizanin. Êdî cîhan hebûna Kurdan dizane. Mijara Kurd nîne ji holê rabûye. Cesaret û derfetên me hene. Ev pir bi nirx in. Me berdêl dane heta hatine îro.”

Guven bi domdarî got: “Niha sed sal qediya. Hikûmet, Îngîltere, Emerîka Rosya li Rojhilata Navîn di nava lîstikekê de ne. Di nava vê lîstikê de Tirkiye, Îran û Sûriye jî heye. Divê her tiştî raxin ber çavan. Ji bo Kurd bibin ruhek, her tişt di destê wan de ye.

Divê du tiştan danin pêşiya xwe. Birêz Ocalan û Mesût Barzanî dikarin yekîtiya Kurdan pêk bînin. Dikare Kongreyeke Netewî bê lidarxistin. Divê em ji jiyan a di bin zext û koledariyê de bêjin bes e. Em statûya xwe pêk bînin.”