Gurbuz ê ku bi birîndarî hatibû binçavkirin salox jê nayê stendin

Gurbuz Topçû yê ku li Gurgumê di 29’ê Tebaxê de hatibû îddîakirin ku gerîlayê HPG’ê ye û bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin, malbat nikare saloxan jê bistîne. Malbatê serî li ÎHD'ê da.

Gurbuz Topçû yê ku li Gurgumê di 29’ê Tebaxê de di operasyona dewleta Tirk  de hatibû îddîakirin ku gerîlayê PKK’ê ye û bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin, nêzî mehekê ye salox jê nayê stendin.Hatibû diyarkirin ku Topçû piştî ku hatibû binçavkirin birine Dersimê lê piştre di nûçeyên derbarê wî de hatibû destnîşankirin ku birina Elezîzê. Wêneyê Topçû yê dema birîndar e jî di çapemeniyê de derketibû.

MALBAT ALÎKARIYA HIQÛQÎ DIXWAZE

Diya wî Sultan Topçû çû fermandariya jendirmeyan a Dersimê û nexweşxaneya dewletê ya Elezîzê, tu agahî ji kurê xwe nestend û hat serî li ÎHD’ê ya şaxa Amedê da. Diya Topçû daxwaz kir ku bila kurê wê were tedawîkirin û hevdîtina wî ya bi parêzer û malbatê were çêkirin û daxwaza alîkariya hiqûqî kir.

Diya wî Sultan Topçû diyar kir ku ew nizane bê ka kurê wê hatiye tedawîkirin an na, ji ber vê jî bi fikar e û heke kurê wê girtî yan jî di binçavan de ye jî xwest bila têkildarî vî tiştî wê agahdar bikin.

Li ser van serîlêdanan hat diyarkirin ku wê Navenda Giştî ya HDP’ê bi Dozgerê Komarê yê Dersimê û bi Waliyê Dersimê re hevdîtinê bike.