Gur û Qamişlo yên YPG’yî hatin oxirkirin
Ji Fermandarê YPG’ê brûsk Mamê Gur û şervanê YPG’ê Kendal Qamişlo, ji aliyê sedan kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Ji Fermandarê YPG’ê brûsk Mamê Gur û şervanê YPG’ê Kendal Qamişlo, ji aliyê sedan kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Fermndarê YPG’ê Birûsk Mamê Gur (Mihemed Emîn Nezîr) ku beriya demekê li Serêkaniyê birîndar bibû û tevî hemû hewldanên rizgarkirinê, di 22’yê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da. Şervanê YPG’ê Kendal Qamişlo (Zinar Xelîl) jî di 2’yê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da.
Li goristana Delîl Saroxan merasîma oxirkirinê hat lidarxistin. Merasîm bi toraneke leşkerî ya şervanên YPG/YPJ`ê ve destpê kir. Paşê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Lezgîn Elî axivî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest.
Elî destnîşan kir ku şehadeta her 2 şervanan ji bo malbatê serbilindiyek e, wan xwîna xwe di oxira azadiyê de dan. Fermandarê YPG’ê Kalî Serhed jî di merasîmê de axivî û diyar kir ku her şehîdek li pey xwe şopa berxwedanê û têkoşînê ji bo hevalên xwe dihêle. Serhed got:”Fermandar Brûsk li pey xwe bi hezaran fermandar ku li ber destê wî fêr bibûn û rêya wî wê bişopînin, heşt”.
Piştre nasnameyên her 2 cangoriyan ji aliyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Zevîn Mihemed ve hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.
Cenazeyên her 2 cangoriyan di nava tilîliyên dayîkan û dirûşmeyên “şehîd namirin” de hatin definkirin.