Guneş: Berxwedan wê rê li ber şoreşê veke

Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem Guneş berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir û got, "Ev berxwedan wê rê li ber şoreşê veke." Guneş got, "Hêrsa gelê Kurd a li dijî faşîzmê mezin e, lê belê hêrs tenê têrê nake."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem Guneş ji Radyoya Dengê Welat re axivî. Guneş bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana li Îmraliyê û çalakgerên greva birçîbûnê silav kir.

Guneş got, "Ev berxwedan, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, Mazlûm Dogan, Çaran û Sakîne Cansiz tîne bîra mirovan ku haya wan jê hebû ku berxwedana wan wê çarenûsa gelê Kurd diyar bike."

RUHÊ KEMALAN, SARAYAN

Guneş diyar kir, çalakiyên greva birçîbûnê di rojeva her mirov û demokratî û got, "Berxwedêrên zindanan ên PKK û PAJK'î ku ji bo şoreşê bedena xwe danîne holê, peyameke gelekî girîng didin. Ya ku niha li zindanan rû daye, ruhê Kemalan, ruhê Sarayan e. Ya ku rê li ber têkoşîna niha vekir û gihand bi milyonan mirovî, berxwedana zindana Amedê bû. Berxwedana wan a mezin, canfedaetiya wan berxwedan bi ser xist. Ya ku têk çû dewleta Tirk a faşîst e."

DEWLETA TIRK LI PÊŞBERÎ BERXWEDANÊ BÊÇARE MAYE

Şîmal Ulkem Guneş anî ziman, grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan pêk tên rojeva bingehîn e û diyar kir, dewleta Tirk li pêşberî çalakiyên greva birçîbûnê bêçare maye.

Guneş bi bîr xist ku Leyla Guven ne ji bo xwe lê ji bo rakirina tecrîdê zêdeyî sê meh in greva birçîbûnê de ye û got, "Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya jinan û gelan hemûyan e."

PIŞTGIRIYA JIN Û CIWANAN

Guneş işaret bi rola jin û ciwanan a di pêvajoyên krîtîk de kir û got, desteka herî mezin a ji bo grevên birçîbûnê ji jin û ciwanan tê.

Guneş bi dewamî got, "Yên ku bi taybetî pêwîste di vê demê de bi rola xwe rabin jin û ciwan in. Ji ber ku yên herî zêde pêwîstiya xwe bi azadiyê heye û zexta herî giran li wan tê kirin, ew in." Guneş destnîşan kir, yên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan garantî bikin jin û ciwan in.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem Guneş bang li jin û ciwanan kir û got, "Êdî wateya gotinê nemaye, dem dema çalakiyê ye, dema liv û tevgerê ye."

'EM Ê JI ALIYÊ FÎZÎKÎ VE RÊBER APO AZAD BIKIN'

Guneş herî dawî got, "Ya ku çarenûsa Kurdistanê û Rojhilata Navîn biguherîne û rê li ber azadî-wekheviyê veke berxwedana Leylayan e. Êrîşên faşîzmê çiqasî giran jî bin, berxwedan jê mezintir e. Ev berxwedan wê rê li ber şoreşê veke. Rêber Apo ji aliyê ruhî ve ji xwe azad e, em ê çirûska ku Leyla pê xistiye bikin agirekî geş û ji aliyê fîzîkî ve Rêber Apo azad bikin, Kurdistanê azad bikin."

'HÊRSA GELÊ KURD A LI DIJÎ FAŞÎZMÊ MEZIN E, LÊ HÊRS TENÊ TÊRÊ NAKE'

Guneş got, "Hêrsa gelê Kurd a li dijî faşîzmê mezin e, lê belê hêrs tenê têrê nake. Divê her kes rabin ser piyan û xwedî li azadiya xwe derkevin. Helwesta heyî têrker nîne. Bi sedan mirovî bedena xwe dane ber mirinê. Rewşa tenduristiyê ya gelek ji wan krîtîk e. Di serî de jin û ciwan divê gel dengê xwe bilind bike, dakeve qadan. Eger em ji sîstema heyî ne razî ne, dem dema çalakiyan e. Faşîzm wê bi berxwedanê hilweşe, tecrîd wê bi berxwedanê bişikê, Kurdistan wê bi berxwedanê azad bibe."