Gundiyên Qereyazî: Bombeyan bi ser me de dibarînin
Leşkerên Tirk gundê Gevetpe yê Qereyaziyê dorpêç kirin. Gundiyan ragihandin ku bombeyan bi ser wan de dibarînin û ewlehiya jiyana wan tineye.
Leşkerên Tirk gundê Gevetpe yê Qereyaziyê dorpêç kirin. Gundiyan ragihandin ku bombeyan bi ser wan de dibarînin û ewlehiya jiyana wan tineye.
Ev nêzî 10 roj e gundê Gevenpete yê navçeya Qereyazî ya Erziromê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye dorpêçkirin. Gundiyan diyar kirin ku wesayîtên zirxî yên li pêşiya gund ketin-derketina gund qedexe krine û nikarin serê xwe ji malê derxînin.
‘BOMBEBARAN Û TEVGERA LEŞKERÎ DIDOME’
Gundiyan diyar kirin ku bi dehan wesayîtên zirxî derdora gund hatine bicihkirin û herêma jor a gund ji aliyê balafiran ve tê bombebarankirin. Gundiyan gotin piştî bombebaranê gelek ambûlans û wesayîtên zirxî sewqî herêm hatine kirin.
Gundiyan ragihandin ku ewlehiya jiyana wan tineye, bombebaran û tevgera leşkerî ya li herêmê didome.
KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN: EWLEHIYA JİYANA ME TINEYE
Li aliyê din gundiyê bi navê Haydar Orani kûrê wî Cîhat Oran û xwarziyê wan Kadîr înan dema ku li herêmê şînatiya xwe komdikirin hatin destgîkrin. Kesên hatine destgîrkirin li malbatên xwe geriyan û gotin; “Ewlehiya jiyana me tineye."