Gundiyên ku li Geliyê Sefo hatibûn kuştin hatin bibîranîn

33 gundiyên ku li Geliyê Sefo hatibûn kuştin ji hêla HDP'ê ve li navçeya Sarayê hatin bibîranîn.

Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 33 kesên ku bi fermana Fermandarê Artêşa 3'yana Tirk Orgeneral Mustafa Muglali ve bi hinceta ku 'sînor bezandine' sala 1943'an hatin kuştibûn, hatin bibîranîn.

Di bîranînê de Hevserokê Bajêr ê Wanê Fîkret Dogan Heverokê DBP'ê yê Bajêr Çetîn Uyar Wekîla Wanê ya HDP'ê Muazzez Orhan û gelek partiyî hazirbûn.

HDP'yiyan li ber avahiya hikûmetê ku gundiyên hatibûn kuştin lê hatibûn destgîrkirin deqeyek rêz girtin û qerefîl danîn.

Wekîla HDP'ê Muazzez Orhan got komujî di dîroka komarê de ne ya pêşî ye ji Koçgirî heta bi Zîlan, Roboskî, jêrzeînên Cizîrê dîroka komarê bi komkujiyan tijeye. Orhan got bi fermana Mustafa Muglali gundî birine Geliyê Sefo ji pişt ve destê wan girêdane, li wan reşandin û bi îfadeya gundiyekî ku ji komkujiyê xilas bûyî ev komkujî derketiye holê. Orhan got, ''Hê jî nayê zanîn bê ka gora gundiyan li kû ye.''  

Orhan bi berdewamî diyar kir dewleta Tirk hê jî li ser Kurdan polîtîkaya îmha û înkarê didomîne û got, ''Dema vê desthilatê ji Ugur Kaymaz heta bi Mizgîn Bîngol, Ceylan Onkol, Yadê Taybet, Servet Turgut, Hacîr Bîrlîk bi sedan zarok, ciwan yixtiyar hatine kuştin kujer jî nehatine cezakirin. Hema hema her roj li ser sînor ji hêla leşkeran ve mirov têne kuştin, birîndarkirin. ''