Gundî dibêjin, Walîtiya Tirk a li Colemêrgê derewan dike

Walîtiya Tirk a li Colemêrgê îdîa kiribû ku TIR'eke cebilxane tê de bû roja 24'ê Nîsanê ji ber pirsgirêka frenê şewitî bû. Lê belê gundiyan gotin ku li dijî TIR'ê çalakiya sabotajê hatiye kirin û hêzên dewletê jî gundê Doganci şewitandine.

Li gundê Doganci yê navenda Colemêrgê, roaj 24'ê Nîsanê gerîlayên HPG'ê li dijî TIR'eke ku çek û cebilxane ji leşkeran re dibir, çalakiya sabotajê kirin. Piştî vê çalakiyê şer derket û 8 leşkerên Tirk hatin kuştin. Hêzên dewleta Tirk piştre gund bi temamî vala kirin û dest bi şewitandina malan kirin. Gundiyan diyar kirin ku sê gundî hatine destgîrkirin û ew nikarin biçin gund.

Walîtiya Tirk a li Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand û îdîa kir ku 24'ê Nîsanê saet 23:30'î li nêzî Pira Erzîkiyê, TIR'eke ku ji Wanê çek û cebilxane ji 2. Fermandariya Tûgaya Sînor a Çelê re dibir, ji ber frena wê teqiya, şewitî. Çek û cebilxaneyên di TIR'ê de ji ber şewatê teqiyan û walîtiya Tirk îdîa kir ku ij ber vê yekê rêya Wan-Colemêrgê li trafîkê hatiye girtin. Walîtiya Tirk da xuyakirin ku piştî cebilxaneya ne teqiya ye bê veguhastin û şer biqede, wê rê li trafîkê vebe.

Lê belê gundiyên ku ANF'ê re axivîn diyar kirin ku Walîtiya Tirk a li Colemêrgê derewan dike. Gundiyan gotin, piştî ku TIR a cebilxane tê de bû ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hate şewitandin, teqîn bû û di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de şer derket. Gundiyan destnîşan kirin ku di vî şerî de herî kêm 8 leşker hatine kuştin û gotin, "Leşkeran piştî şer avêtin ser gund û gund vala kirin. Di dema serdegirtinê de 3 kes destgîr kirin ku yek ji wan jin e. Leşkeran hemû rêyên gund girtin, xendek kolan û piştre dest bi şewitandina malan kirin. Em niha nizanin bê rewşa gund çawa ye. Gundî jî di nav de nahêlin kes biçe gund."

Leşkerên Tirk sala 1994'an avêtibûn ser gundê Doganci, gund şewitandibûn û gundî ji neçarî koçber bûbûn. Gundî sala 2010'an li gund vegeriyabûn.