Gundên Wanê ne di karantînayê de ne, dorpêçkirî ne

Walîtiya Wanê ragihand ku hin gundên herêmê xistine 'karantînayê'. Lê belê eşkere bû ku wan gundan ti tevdîrên tenduristiyê nehatine girtin, gund ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin û ketin û derketina wan hatiye qedexekirin.

Li tevahiya cîhanê niha li dijî vîrûsa koronayê têkoşîn heye, ku heta niha bûye sedema mirina zêdeyî 30 hezar kesî. Lê dewleta Tirk li şûna têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê, li Kurdistanê operasyonên leşkerî dike.

Ji ber ku rojane gelek koçber bi rengekî qaçax ji Îranê derbasî Wanê dibin, bajarê Wanê di nava rîskek mezin de ye. Lê belê heta niha li Wanê li dijî vîrûsa koronayê tu tevdîr nehatine girtin.

Kesekî ji Stenbolê hat gundê Hanê ji bo sersaxiyê, piştî ku hate tespîtkirin bi vîrûsê ye, hate tedawîkirin. Gundê Hanê yê Ebexê ku nifûsa xwe 1500 kes e, çend roj berê xistin karantînayê.

Waliyê Wanê M. Emîn Bîlmez li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku gundê Esenyamaş ê Elbakê, gundê Han ê Ebexê, gundê Alaçayir ê Şaxê û gundikên Tellîkaya û Çermîkê di karantînayê de ne.

'DOKTOR NÎNE, ÇAWIŞ HEYE'

Gundiyên Hanê diya rkirin ku li gund kedkarekî tenduristiyê nîne, test nehatiye kirin û sê roj in ji bilî qedexeya ketin û derketina gund ku leşker lê ne, tiştekî din nîne.

Gundiyan gotin, "Gundê me dorpêçkirî ye. Leşkeran ketin û derketin qedexe kirin. Em nikarin bi cihekî ve biçin. Lê belê li gund kedkarên tenduristiyê nînin, test nayê kirin. Li gund doktor nîne, çawiş û leşker hene. Ne kes tê gundê me ne jî kes jê derdikeve."