Gundê Talatê ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin

Artêşa Tirk a dagirker di bi navê operasyonê de ketin û derketina gundê Talatê ya girêdayî Nisêbînê bi wesayîtên zirxî girtiye.

Di saetên şevê de bi tevlîbûna gelek leşkeran li gundê Talatê yê girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.

Hate ragihandin ku herêma ku operasyon lê bê kirin ketin û derketina wê ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatiye girtin.

Girên bilind ên li herêmê ji aliyê gelek leşker û helîkoperên tevlî opersyonê bûne ve hatiye lêxistin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li herêmê dengê çekan bilind dib û rê nayê dayîn ku gundî derkevin derve.

Gundê Talatê ji Adara sala borî û vir ve gelek mal ji aliyê artêşa Tirk ve hatibû hilweşandin.