Gundê Sahil El Xeşeb ji çeteyan hate rizgarkirin

Di encama şerê 4 rojan de, gundê Sahil El-Xeşeb ji çeteyan hat paqijkirin. Li taxên Tebqa Nû jî 4 çete hatin kuştin, çeteyek jî bi saxî hat girtin.

Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê û Bendava Firatê didome. Şervanên QSD′ê piştî şerê 4 rojan, êrîşa çeteyan a li ser gundê Sahil El-Xeşeb ê dikeve rojhilatê Tebqayê şikandin û gund di saetên ber êvarî de bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin, li gund dest bi paqijkirinê hate kirin.

Di şer de, gelek çete hatin kuştin. Lê derbarê encamê de, agahiyên zelal nahatin bidestxistin.

Li Tebqa Nû (Taxên Ewwel, Tanî û Salis) jî şer di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ′ê de didomin. Di şerê piştî nîvro de, yek jê sekvan 4 çete hatin kuştin, çeteyek jî bi saxî ket destê şervanan. Bi vî awayî hejmara çeteyên ku îro hatine kuştin gihîşt 14′an.

Li herêmê şervanan dest bi operasyona paqijkirinê kirine, heta niha wesayîtekî Hammer, Obusek (Medfaîye), 1 Katyuşa, çekeke Lav a artêşa Tirk, 3 qaîdeyên hawanê, 2 dûrbînên tankan û 2 dûrbînên rojê, ketin destê şervanan.

Li hersê taxên Tebqa Nû, hê jî şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike.