Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Suleymanoglû hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mehmet Suleymanoglû yê ku di 17'ê Hezîranê de li Licê di şer de şehîd bû, di bin dorpêça leşkeran de hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mehmet Suleymanoglû (Dijwar Doktor) ê ku di 17'ê Hezîranê de li bejahiya Licê ya Amedê di şer de şehîd bû, îro piştî teşxîskirinê ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Amedê hat wergirtin.

Malbatê piştî cenaze wergirt bir gundê Cirmoqê yê Farqînê yê Amedê. Di dema birina cenaze de nûnerên MEBYA-DER, MED-DER, DBP, HDP û TÛAY-DER'ê jî hevrêtiya malbatê kirin.

Leşkeran di têketina gund wesayîta cenaze dan sekinandin û ji xeynî ferdên malbatê nehiştin kes cenaze veşêre. Ferdên malbatê piştî wecîbeyên olî cenazeyê Suleymanoglû veşartin.