‘Guleya pêşîn a Egîd îro li tunelên şer li sînga dijmin dikeve’

Gerîlaya YJA Starê Roza Tolhildan diyar kir ku yekemîn guleya ku ji çeka pêşengê Pêngava 15'ê Tebaxê Fermandar Egîd derket, îro di tunelên şer de li sînga dijmin dikeve.

Gerîlaya YJA Starê Roza Tolhildan ku bi wesîleya salvegera 39’emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku di pêşengtiya fermandar Egîd de têkoşîna li dijî şer û zilma li erdnîgariya Kurdistanê tê meşandin, destpêkek e.

Roza Tolhildan diyar kir ku ew weke gerîlayên HPG û YJA Starê Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo vê pêvajoya ku ew tê de ne, xwedî wateyeke kûr e û got “Ez Pêngava 15’ê Tebaxê li gelê me yê Kurdistanê bi taybetî li Rêber Apo û hevalên me yên di çeperên şer de li ber xwe didin, pîroz dikim. Di şexsê Egîd de ez li ber bîranîna hemû şehîdên şoreşê, bejna xwe ditewînim.”

‘EM BI RUHÊ HEVAL EGÎD TÊDIKOŞIN’

Roza Tolhildan diyar kir ku di têkoşîna ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê pêş ket de berdelên mezin hatin dayîn û got, “Em ruhê berxwedanê yê ku di encama van berdêlan de hatiye afirandin, her roj dijîn. Em bi vî ruhî têdikoşin û li ber xwe didin. Têkoşîna li çiyayên Kurdistanê yê bi ruhê heval Egîd tê meşandin moral û coşeke mezin dide me. Îro jî mîna Egîd bi sedan hevalên me di tunelên şer ên Metîna, Avaşîn û Zapê de li ber xwe didin. Em dikarin bibêjin ku ew ruhê têkoşînê yê heval Egîd îro vedijînin. Yekemîn guleya ku ji çeka pêşengê Pêngava 15'ê Tebaxê Fermandar Egîd derket, îro di tunelên şer de li sînga dijmin dikeve.

'BI RUHÊ 15'Ê TEBAXÊ EM Ê ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ PÛÇ BIKIN’

Roza Tolhildan da zanîn ku gerîla bi têkoşîna xwe ya 2 salan a di tunelên şer de êrîşên dagirkeriyê yên dijmin rawestandiye û wiha dewam kir: “Hevalên me 2 sal in di tunelên şer de têkoşîneke mezin didin meşandin, nahêlin ku dijmin êrîş bike û li ser axa me bi cih bibe. Çalakiyên hevalan li hemberî dijmin di tunelên şer de dijmin parçe dike. Hevalên me di tunelên şer de bersiva pêwîst didin dijminê ku dibêje ‘me gerîla, PKK û gelê Kurd qedandiye.’ Ev berxwedan moral û hêzeke mezin diafirîne. Ruhê berxwedanê diafirîne. Em gerîlayên YJA Starê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li eniyên şer cihê xwe girtine, bi can û têkoşîna xwe hewl didin layiqî vê berxwedanê bin. Em ê bi ruhê 15’ê Tebaxê li dijî sekna dijmin a li hemberî gelê xwe bisekinin û êrîşên dagirkeriyê pûç bikin. Em soz didin ku layiqî ruhê 15’ê Tebaxê bin, em ê bi şer û berxwedana xwe bersivê bidin.”