Gul ê greva birçîbûnê bi dawî kir, rê nadin parêzerê xwe bibîne

Cuneyt Gul ê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê li hember hejmartina li ser pê, êşkence kirin û xistin hûcreya yek kesî, dest bi gireva birçîbûnê kir, piştî ku Gul dawî li greva xwe anî bi hinceta ku ‘agahî bide derve’ rê nedan ku parêzerê xwe bibînne.

Cuneyt Gul ê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê hejmatina li ser pêyan qebûl nekiriye ji aliyê gardiyanan ve hate êşkence kirin, di derbarê wî de lêpirsîna disiplînê vekirin û xistin hûcreya yek kesî. Cuneyt Gul li dijî binpêkirinan 6’ê Tebaxê dest bi gireva birçîbûnê kiribû.

Gul ê ku li hûcreya yek kesî tê girtin, doh greva birçîbûnê bi dawî kir. Parêzerê Gul, Ozgur Yakût îro çû girtîgehê û xwest ku bi mûwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bîne. Lê belê îdareya girtîgehê got, “Agahiya didî ji derve” hevdîtina Yakût a bi Gul re asteng kir. Yakût ji ber van astengiyan û êîkencekirina Gul li Serdozgeriya Komarî ya Ispartayê gilî kir.

Yakût da diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê ku Gul û hikumxwariyên bi navê Cengîz Akkaya, Yilmaz Ay û Îsmaîl Goçerî lê dimînin, Gul ji ber ku 5’ê Tebaxê li ser lingan hejmartin qebûl nekir êşkence ditiye, di derbarê wî de lêpirsîna disîplînê vekirine û xistine hûcreya yek kesî. Yakût got: “Muwekîlê min dixin qawûşa 3 girtiyên siyasî. Li vir ji ber ku li ser lingan hêjmartin qebûl nekiriye, li pêş çavên wan êşkence dikin û ji qawûşê derdixin. Êşkence li korîdorê jî dewam dike. Piştre muwekîlê min dixin hûcreya yek kesî. Di derbarê wî de 2 lêpirsînên cuda vedikin. Li beramberî van rewşan mûwekîlê min 6’ê Tebaxê dest bi greva birçîbûnê kir. 3 girtiyên siyasî yên din jî dixin qawûşek pir xirab.”

Yakût ê destnîşan kir ku midûrê girtîgehê û 4 gardiyanan hevdîtina bi Gul re asteng kirine, got: “Îdareya girtîgehê got min tu agahiyan didî ji derve” û hevdîtina me asteng kir. Yakût wiha doman: “Di hewldanên astengiyan de me nîqaş jî kir. Bêy ku em hevdîtinê bikin ez ji girtîgehê derketim. Li Serdozgeriya Komarî ya Ispartayê hem ji bo astengiyan hem jî ji ber êşkencê min gilî kir.”

Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Tulay Hatîmoglûllari û Kemal Pekoz, binpêkirinên mafan ên Gul li girtîgehê li ser hatî kirin, ji Wezîrê Edaeltê Abdulhamît Gul pirsî, ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafan, serî li Komîsyona Lêkolînên Mafê Mirovan a Meclîsê dan.