Grevên birçîbûnê zêde dibin: 2 wekîlên din jî ketin grevê

Tevî Parlamenterên HDP'ê Tayyîp Temel û Mûrat Sarisaç, komeke din jî tevlî grevên birçîbûnê bû. Temel got, "Bêdengî dibe sedema mirinê, berxwedan dikare pêşî li mirina mirovan bigire."

Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir di roja 121'ê de ye. Ji 1'ê Adarê ve li derve çalakî zêde dibin. Beriya çend rojan Parlamentera HDP'ê Dersim Dag tevî komekê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Îro jî Parlamenterên HDP'ê Tayyîp Temel û Mûrat Sarisaç bi komekê re dest bi greva birçîbûnê kirin.

Parlamenter Tayyîp Temel beriya destpêkirina greva birçîbûnê li Salona Vedat Aydin daxuyaniyek da çapemeniyê.

Temel grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven li zindanan, li Kurdistanê û derveyî welat pêk tên bi bîr xist û got, "Grevên birçîbûnê li çar aliyên dinyayê belav bûne û mirovan ji bo mafekî bingehîn ê mirovan bedena xwe dane ber mirinê. Desthilatdariya siyasî bêdeng e. Desthilatdariya AKP'ê di mijara Birêz Ocalan de destûra xwe ya bingehîn jî binpê dike û sûcekî mezin dike. Nêrînên Birêz Ocalan di pêşketina Rojhilata Navîn de gelekî girîng in. Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina şexsekî bi tenê nîne. Di şexsê Birêz Ocalan de gelê Kurd û gelên me hatine tecrîdkirin. Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina aştî û mafên mirovan e. Ne ya qebûlkirinê ye ku desthilatdariya siyasî xwe ker, kor û lal dike û bêdeng dimîne."

'BÊDENGÎ RÊ LI BER MIRINÊ VEDIKE'

Parlamenter Tayyîp Temel bal kişand ser bêdengiya raya giştî ya demokratîk a li pêşberî grevên birçîbûnê û destnîşan kir ku bêdengiya wan nayê qebûlkirin. Temel got, "Bêdengî ji bo mirovên ku bedena xwe di oxira mafekî bingehîn de dane ber mirinê tê wateya derengketinê. Mafê ragihandin û hevdîtina bi parêzeran re ku mafekî bingehîn ê girtiyan e, ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve tê astengkirin. Ji bo bicihhatina vî mafê rewa, girîng e her kesên xwedî wijdan dengê xwe bilind bike.

Bêdengî rê li ber mirinê vedike, dibe sedema zilmê. Em ne ji wijdanê dewletê, lê ji wijdanê raya giştî bawer dikin. Daxwaza bingehîn a Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan ew e ku Birêz Ocalan karibe malbat û parêzeran bibîne. Ev daxwaz wê aştiya civakî ya li Tirkiyeyê xurtir bike. Serokkomar û rayedarên hikumetê li mîtîngên hilbijartinê her qala meseleya 'mayindetiya paşeroja welêt' dikin. Em bang li wan dikin; Ya ku mayindetî û aştiyê dixe nava rewşeke metirsîdar bloka AKP/MHP'ê ye ku di polîtîkaya tecrîdê û şer de israr dike. Birêz Ocalan ji bo paşeroja gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn di nava çar dîwaran de aştî parastiye. Ya ku paşerojê metirsîdar dike tecrîd û polîtîkaya şer e."

Temel diyar kir, ew ji dema nêz a bihurî zanin ku bêdengî hevkariya li encamên neyînî, bê edaletî, mirin û hilweşînê ye û got, "Lewma ji bo dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan were anîn, divê dawî li vê bêdengiyê bê anîn û her kes bibe dengê çalakgerên greva birçîbûnê. Eger em îro dengê xwe dernexîn, dibe ku sibe dereng bibe. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin."

'BI BERXWEDANÊ PÊŞÎ LI MIRINA MIROVAN DIKARE BÊ GIRTIN'

Temel destnîşan kir, nebaşiya li Tirkiyeyê hate kirin bi tecrîda li Îmraliyê dest pê kir û got, "Ji bo bidawîkirina vê yekê bi hezaran kes li ber xwe didin. Ev çalakî hişyarî ye, mesaj e. Berxwedana ku sala 1982'an Kemalan, Hayriyan dikirin çi be, ya Leylayan û Nasiran jî tê heman wateyê. Em bang li gelê xwe dikin; çi ji destê kê tê divê bike. Bi berxwedanê mirov dikarin pêşî li mirina mirovan bigirin."