Greva li Rojhilatê Kurdistanê belav dibe

Li bajarên Bane û Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê esnafan bi girtina dikanên xwe çalakî li dar xistin. Esnafên bajarê Merîwanê jî tevlî vê boykotê bûn.

Esnafên ku nerazîbûn nîşanî zêdekirina bac, bihayên gumrikê û girtina deriyên sînor dan, ji dawiya hefteyê û vir ve çalakî û greva xwe didomînin.

Piştî bajarên Bane û Ciwanroyê, esnafên Merîwanê ya li Eyaleta Sineyê jî tevlî boykotê bûn.

Bang hate kirin ku bila esnaf û kasibkar (kesên ku bi wesayîtên xwe li ser sînor baran bar dikin) jî tevlî grevê bibin. Tê payîn ku pêla grevê berfirehtir bibe.

Esnafên Bane û Ciwanro piştî greva di 15’ê Nîsanê de ber bi avahiyên Walîtiyê ve meşiyabûn. Di çalakiyê de şertên rojane yên jiyanê hatibûn protestokirin. Ev grev bi rojan e didome.