Li Rojhilatê Kurdistanê grev

Li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarên Bane û Ciwanro ji ber sedema ku bazara bazirganiya sînor hate girtin û bac hatin zêdekirin esnafan dest bi grevê kir.

Esnafên Bane û Ciwanro piştî greva 15’ê Nîsanê ber bi avaniyên walîtiyê ve meşiyan û rewşa ku her ku diçe kambaxtir dibe, ya debara jiyanê şermezar kirin.

Rejîma Îranê xalên kontrolê yên ser sînor girtin û wiha dest li ser deriyekî girîng ê debara herêmê danîn. Rejîm ji bo ku rewşa aborî baş bibe ti tevdîran nastîne û bi ser de bi girtina vê bazarê rewş kambaxtir kr û kir ku bêkarî zêdetir bibe.

Lİ Îranê ji ber sedema baş rêvenebirina aboriyê û gendeliyê aborî têk çû, karker û kesên ku jiyana xwe bi bazara ser deriyê sînor dikin helwest nîşan dan.

Li gorî daneyên fermî 68 hezar bi veguhaztina mal a navbeyna sînoran debara xwe dikin. Ji ber sedema nebaşiya şertên njiyanê zarokên 10 salî, yixtiyar û xwendekar jî neçar dimînin ku vî karî bikin

Her wiha bazirganiya ser sînor taloke ye jî .Kolber gelek caran dibine hedefa komandoyên kuştinê yên rejîmê yên li ser sînor. Her sal gelek kes ji hêla rejîma Îranê ve têne kuştin. Ji bilî vê rêgeh jî taloke ne, gelek caran ji zinaran werdibin, ji sermaye diqufilin. Li gel ev qas zehmetiyan jî tenê 5-9 dolar bi dest kolberan dikevin.