Greva birçîbûnê ya malbatan a li Amedê di roja 2. de ye
Greva birçîbûnê ya malbatan, ku ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li avahiya DBP'ê ya Amedê hate destpêkirin, di roja 2. de ye.
Greva birçîbûnê ya malbatan, ku ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li avahiya DBP'ê ya Amedê hate destpêkirin, di roja 2. de ye.
Malbatên girtiyên siyasî yên di grevên birçîbûnê de ne, tevî endam û rêveberên DBP, HDP, KCD û aktîvîstên TJA'yê, li avahiya DBP'ê ya Amedê, bi civîneke çapemeniyê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Greva birçîbûnê ya dorveger-bêdem ku ji aliyê 20 kesan ve dest pê kir, di roja duyemîn de ye. Welatiyên li herêmê, ji bo destekê bidin çalakgeran, şev û roj hatin avahiya DBP'ê. Bi berbanga sibehê re welatiyan careke din berê xwe dan avahiya DBP'ê ku grev lê dewam dike.