Greva birçîbûnê ya li Wanê di roja duyemîn de ye
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Paralmenterên HDP'ê yên Wanê Nadîr Yildirim, Bedîa Ozgokçe, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajarê û gelek welatiyan, malbatên li Wanê di greva birçîbûnê de ne ziyaret kirin.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Paralmenterên HDP'ê yên Wanê Nadîr Yildirim, Bedîa Ozgokçe, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajarê û gelek welatiyan, malbatên li Wanê di greva birçîbûnê de ne ziyaret kirin.
Greva birçîbûnê ya malbatên girtiyan, ku li avahiya DBP'ê ya Bajarê Wanê tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye. Guven di dema serdana çalakgeran de axivî û anî ziman, ji bo piştgirî ji grevên birçîbûnê yên li girtîgehan tên lidarxistin bê dayîn, li gelek bajarên welêt çalakî tên lidarxistin. Guven got, "Xuya ye hê jî haya wan ji berxwedana Kurdan, ji berxwedana zindanan nîne. Bila desthilatdarî û wezîrên AKP'ê li berxwedana zindanan a beriya niha binêrin. Kemal Pîr, Mazlûm Dogan û hevrêyen wan li ber xwe dan û ev berxwedan bi ser ket."
Leyla Guven xwest, tecrîda li Îmraliyê were rakirin û şert û mercên li girtîgehan bên sererastkirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadîr Yildirim jî bibîr xist, ku grevên birçîbûnê çareya dawî ye û destnîşan kir, ev yek jî nîşan dide bê zext û zordariya li girtîgehan gihîştiye kîjan astê. Yildirim got, "Li derve jî pêkanînên faşîzan ên hikumeta AKP'ê li ser me didomin. Ev pêkanînên faşîzan li girtîgehan hê girantir û dijwartir in."
Yildirim ji bo piştgiriya ji çalakiyên li girtîgehan re bang kir û got, "Bi piştgiriya hev û şikandina tecrîda li Îmraliyê re em dikarin pêşî li vê faşîzmê bigirin."