Greva birçîbûnê ya li Wanê di roja 8'emîn de ye

Greva birçîbûnê ya li Wanê, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin di roja 8'emîn de ye.

Greva birçîbûnê ya li Wanê, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin di roja 8'emîn de ye. Çalakî bi beşdariya rêxistinên navçeyan ên HDP'ê û DBP'ê didome. Çalakî li avahiya rêxistina DBP’ê ya Wanê pêk tê. Li salona çalakiyê pankarta bi nivîsa  "Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve" hate daliqandin. Çalakiya greva birçîbûnê ji duh ve rêxistinên navçeyên Payîzava û Elbakê dewr girtibûn. Her du navçeyan çalakî îro dewrî rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Miks, Şax û Westanê kirin. Çalakî bi biryardarî didome. Di çalakiyê de çalakvan li ser bîrdozî,  raman û rewşa Ocalan diaxivin û nîqaşan dikin. Her wiha pêvajoya siyasî ya heyî jî dinirxînin.