Greva birçîbûnê ya li Silêmaniyê di roja 66’an de ye

Greva birçîbûnê ya bêdawî-dorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Silêmaniyê di roja 66’an de didome.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-dorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ya endamên Karkerên Mezopotamyayê di roja 66’an de bi biryardarî didome.

Îro çalakî ji aliyê koma nû ve hate dewr girtin. Di koma nû de welatiyên ji çar parçeyên Kurdistanê hene.

Li ser navê çalakgeran Şefîq Yildirim axivî û got; “Em li ser daxwazên xwe ne û dibêjin heta tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bidawî nebe wê çalakiyên me bidomin.”