Greva birçîbûnê ya li Silêmaniyê di roja 12’an de ye

Greva birçîbûnê ya li Silêmaniyê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 12’an de didome.

Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ya li Silêmaniyê li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalanbi dirûşmeya, 'Em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin û li gel Rêberê xwe azad bijîn' greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Greva birçîbûnê di roja 12’an de bi koma 7’emîn didome.

Li ser navê koma 7’an Tesîn Yildiz axivî û got; “Em çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Xarpêtê pîroz û slav dikin. Em jî piştrast dikin ku heta ku tecrîd berdewam bike, wê çalakiyên me jî berdewam bike."

ASAYÎŞ HATE ŞERMEZARKIRIN

Yildiz destgîrkirina endamên Komeleya Karkerên Mezopotamya ji aliyê asayîşa Herêma Kurdistanê ve şermezar kir û got; “Li şûna ku dijberiya bi Kurdan re bikin bila bibin yek û kongreya  netewî pêk bînin.''