Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 8'an de ye
Çalakiya greva birçîbûnê, ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar a wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêk tê, di roja 8'an de ye.
Çalakiya greva birçîbûnê, ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar a wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêk tê, di roja 8'an de ye.
Meclîsa Îştar ya Mexmûrê ji bo piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ku 29 roj li pey xwe hişt, 8 roj in çalakiya greva birçîbûnê li dar dixe.
Koma çaremîn a grevê ji endamên Tevgera Jin ên Ciwan pêk tê.
Tê payîn ku wê sibe greva birçîbûnê radestî nûnerên saziyên wargehê bikin.