Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 61'ê de ye

Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi koma 31'ê didome. Çalakî di roja 61'ê de ye.

Li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ku 18'ê Kanûnê di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' dest pê kir, dewam dike.

Îro li Saziya Malbatên Şehîdan a ku çalakî lê tê lidarxistin, çalakvanên koma 30'î bi merasîmekê çalakî dewrî koma 31'ê kirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê hemû şehîdên Tevgera Azadiyê dest pê kir.

Li ser navê koma 30'î mamoste Ehsan Kaplan axîvî û got: "Gelê Kurd bi felsefeya Rêber Apo bi ruh bûye, rabûye û têdikoşe. Em êdî jiyanek ji derveyî Rêbertî qebûl nakin. Em ji Rêbertî hêzê digrin û tevgera me çiqas têbikoşe ewqas mezin dibe. Armanca me ji vê çalakiyê, êdî bi awayek fîzîkî azadkirina Rêbertî ye. Li ser vê bingehê çalakiya ku li wargehê û ji derveyî wargehê tê meşandin em silav dikin û em ji koma 31'ê re jî serketinê dixwazin."

Merasîm piştî xwendina navê çalakvanên koma 31'ê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Garê” bi dawî bû.