Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 11'an de ye

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê, ku li Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê dest pê kiriye di roja 11'an de ye.

Greva birçîbûnê ya li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku ji aliyê Meclîsa Îştar ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 11'an de ye. Çalakî bi koma 6'an dewam dike.

Bi navê koma 5'an Wesîle Gabarî axivî û got, "Em greva birçîbûnê ya li girtîgehan silav dikin. Leyla Guven ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate girtin. Bi navê jinên Mexmûrî em ê li ser şopa têkoşîna Leyla Guven bin. Di heman demê de em ji koma 6'an re jî serketinê dixwazin."